English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-08 [11:15 AM]

Hewlêr (ZNA) - Pêşmergeyeke xwebexş Mahir Şerîf ku weke Ramboyê Kurd tê naskirin, zewicî.


Welatiyê Kurd ê bi navê Mahir Şerîf bi belavbûna wêneyên wî di torên civakî yên weke Facebook û Twitterê de û ji ber wê yekê ku rengê aktorê navdarê Hollywoodê Sylvester Stallone dide, bi “Ramboyê Kurd” navdar bûye.
 
Berî çend mehan çend wêneyên “Ramboyê Kurd” di torên civakî de hatin belavkirin, ku tê de dihat xuyakirin, mil bi milê pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûye.
 
“Ramboyê Kurd” roja 27ê Gulan a 2016ê li navçeya Şemzînan a girêdayî parêzgeha Colemêrgê zewicî.
 
Mahir Şerîf derbarê bihevçûna xwe û Rambo de da xuyakirin, ku wî bi salan berê xwe daye fîlmên Rambo û ji ber wê yekê bi awayekê berdewam hêviya wî ew bûye, ku weke Sylvester Stallone be.
 





877 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad