English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-14 [12:47 PM]

Hewlêr (ZNA) - Amerîkayê ragihand, ew ji karên Heşda Şeibî ya Iraqê û kuştina welatiyên sunnî bi destê çekdarên wê koma çekdarî ya şîe dilgiran in.


Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, nîgeranin li raportên ku behsa îşkencekirin û kuştina hin hemwelatiyên Sunne li Fellûce tên kirin, ku ji aliyên milîsên Şîe ve pêktên û daxwaz dikin rêveberên siyasî yên Iraqê biryar bidin navmala Iraqê rêk bikin û pêşxistina tayfegeriyê nekin.
 
Di çend raportên cuda de Netewên Yekgirtî(NY) û rêxistinên mafê mirov çekdarên Heşdî Şeibî tometbar dikin ku binpêkirina maf li hember hemweltiyên li Fellûce pêkanîne û çend kesek jî danî ne ku ji aliyên çekdarên Iraqî ve tometê DAIŞîbûnê li ser hatiye ferz kirin.
 
Gotûbêjê wezareta derve yê Amerîkayê Mark Toner di konferanseke rojnamevanîde balkêşa ser zanyariyên dawiyên û raportên li ser girtin û îşkence kirina hemwelatiyên Sunneyên li bajarokê Fellûce ye Iraqê ragehand: ‘’Me berê behsa rewşa Fellûcê kiribû. Lê ew nûçeya hin kes hatibin girtin, min ew raporte nedîtiye. Lê em pir nîgeran in ku hemwelatiyên sivîl li Fellûce û navçeyên derdora wê bibne armanca îşkence, zilm û kuştinê.’’
 
Li gor girteyên videoyî hatine belav kirin, çekdarên milîsên Heşdî Şeibî ku Şîe ne, piştî rizgarkirina çend navçeyên Fellûcê û Diyala zilmê li hemwelatiyên Sunne dikin û di beşeke wê girteya videoyî de çekdarên Şîe hemwelatiyên Sunne bi zindî di şewitînin.
 





340 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad