English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-26 [11:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Sûriyê operasyona Artêşa Tirkiyê li Cerablusê şermezar kir û ragihand, ku Tirkiyê serweriya axa Sûriyê binpê kiriye.

 

Operasyona Artêşa Tirkiyê li Cerablusê û ketina leşkerên Tirkiyê bi tankan û çekên giran ve bo nav axa Sûriyê, rastî berteka Şamê hat.

 

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de, operasyona Tirkiyê li Cerablusê û di nav axa Sûriyê de bi tundî şermezar kir.

 

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand: “Derbasbûna tankên Tirkiyê bo nav axa Sûriyê binpêkirina aşkera ya serweriya axa Sûriyê ye û pêwîst e Tirkiye rêz li yasayên navdewletî bigire.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin: “Pêwîst e Tirkiye sînorê xwe di rûyê terorê de bigire û di dema avêtina her pêngavekê de jî pirs bi Hikûmeta Sûriyê re bike.”

 

Roja çarşemî 24ê Tebaxê Artîşa Tirkiyê operasyonek bi navê Mertala Firatê bo girtina bajarê Cerablusê dest pê kir.

 

Di çarçoveya wê operasyonên de, topxaneyên Artêşa Tirkiyê bi giranî Cerablus û derdora wê topbaran kirin û tankên Tirkiyê ketin nav axa Sûriyê. Herwiha firokeyên bê pîlot ên Tirkiyê jî derbasî esmanê Sûriyê û bajarê Cerablusê bûn.

 

Herwiha bi piştevaniya Tirkiyê bi hezaran çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê jî derbasî aliyê Cerablusê bûn, da ku kontrola bajêr ji destê DAIŞê derxînin.





547 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad