English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-09 [02:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanên, roja yekşemê 09.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Salim Xesban balyozê nû yê dewleta Kuwêtê li Îraqê û şandeya diplomasiya pê re kir.

 

Di civînekê de, balyozê Kuwêtê ew pêşketinên li Herêma Kurdistanê di hemû waran de çêbûne bilind nirxandin. Rola xelk, hikûmet û Pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand ku karîne herêma Kurdistanê ji gefên terorîstan biparêzin û pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên  destê terorê  bikin û bi başî xizmeta wan bikin.

Şandeya mêvan behsa têkeliyên dêrîn yên navbera her du gelên Kurdistan û Kwêtê û zêdetir pêşxistina ewan têkeliyn kir û diyar kir ku dewleta Kwêt dixwaze baştirîn têkelî di hemû waran de digel Herêma Kurdistanê bebe û hêvîxwest ku piştî operasyona azadkirina Mûsilê dever bi awayekî giştî aram bibe û sektora tayebt ya Kwêtê ber bi Herêma Kurdistanê bê û sermayeyê xwe di warên cuda de birazînin.

 

Nêçîrvan Barzanî  hêvî xwest ku balyozê nû yê Kwêtê li Îraqê di kar û xebatên xwe de serketî be û têkeliyên navbera Kwêt û Kurdistanê di hemû waran de zêdetir berfireh û xurt bibin û got ku têkeliyên bi Kwêtê re ji bo Herêma Kurdistanbê giringin bi taybetî piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Kuwêtê û cîvinên bi berpirêsn balayên wî welatî re.

 

Di warê êkonomî jî de, serokwezîr diyar kir ku Hikûmetê Herêma Kurdistanê amadeye hemû piştevanî û hêsankariyan ji bo sermayedar û berhemînerên Kwtê bike ku sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê di warên cuda birazînin.





643 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad