English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-04 [11:11 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Dadgeha Brîtanyayê cezaya zîndanîkirinê da 3 ciwanên kurdên Başûrê kurdistanê yên nîştecihên Brîtanyayê. Du ji wan ciwanan xwestibûn herin nav DAIŞê û ciwanê din jî ji plane agahdar bû lê bê deng mabû.

 

Li gorî rojnameya Miror a brîtanî, Dadgeha Brîtanyayê derbarê du ciwanên kurd de, ku xwwestibûn herin nav DAIŞê, biryara girtinê da.  

Li gorî nûçeyê ciwanê bi navê Şivan Ezîzê 21 salî, di dema dadgehê xwe weke “pêşmerge” daye naskirin û gotiye ku wî şerê DAIŞê kiriye, malbata wî ji bo parastina wî ew şandine Brîtanyayê. Dadgehê 3 sal cezayê zîndanê da Şivan.

 

Ciwanê din ê bi navê Aras Hemîdê 27 salî ye, ku wî ji bo çûna nav DAIŞê Şivan jî razî kiriye. Dadhegê bi tometa çûna nav DAIŞê 7 sala ceza girtînê daye Aras.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin, ku ciwanê sêyem ê bi navê Ehmed Îsmaîlê 19 salî ye, di Îlona 2015ê de bi neyasayî çûye Brîtanyayê. Ew jî ji plana Aras û Şivan agahdar bûye lê agahî nedaye polîsan. Ji ber wê jî 18 meh cezaya zîndanîkirinê ji wî re jî hatiye birîn.

 

Li gorî zanyariyan Şivan û Aras di 17ê Adara 2016ê de li Mizgefta Elnûr a bajarê Birminghamê ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

 

Xizmê yek ji wan ciwanan agahdarî dabû polîsan û gotibû, ku plana wan heye bibin endamên rêxistinên terorîstî.

 

Piştî lêkolîn û lêpirsînan roja 23ê Kanûnê, li Londonê sê ciwanên kurd hatine dadgehkirin. Dadgehê bi tometa pêwendiya wan ligel DAIŞê heye, ciwanên kurd weke tawanbar nasandibû.





115 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad