English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-08 [01:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji bo xweparastina ji çekên kîmyawî, arteşa Almanya, hêzeke taybet a Wezareta Pêşmerge ku ji 15 pêşmergeyan pêktê li welatê xwe perwerde dike.

 

Li Akademiya Artêşa Almanya li bajarê Zonthofin ku dikeve başûrê Almanyayê, Berpirsyarê Hêzên Berevaniya ji Çekên Kîmyawî li Wezareta Pêşmerge, Raid Îslam Çalî ragihand, ku ew 15 pêşmerge û efserên ser bi  hêza berevaniya kîmyawî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, ji bo xweparastina ji çekên kîmyawî dê ji aliyê artêşa Almanya ve bêne  perwerdekirin.

 

Raid Îslam Çalî herwiha got, hêza berevaniya kîmyawî niha li dû cihan têne perwerdekirin, 15 kes li Almanya û 70 pêşmerge û 6 efser jî li Silêmaniyê ji aliyê pisporên artêşa Iraqê ve têne perwerdekirin.

 

Akademiya Leşkerî ya Zonthovin sala 1934an di serdema desthilatdariya Adolf Hîtler de hatiye avakirin û taybetmendiya xwendin û perwerdekirina cure û awayên gaz û çekên kîmyawî wergirtiye.





184 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad