English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-08 [04:35 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Roja yekşem 08.01.2017 li Hewlêr, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Binali Yildirim Serok Wezîrê Tirkiyê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek ji Wezîr û berpirsên bilindên Komarê Tirkiye pêkhatibûn.

Di destpêka civînê de Serok Wezîrê Tirkiye, xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina Serok Barzanî ragihand û spasiyên xwe wê pêşwaziya germ kir û spasî birêz Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir ku hevkar bûn ji bo rexsandina bingeha serdana şanda Tirkiye ya Bexda ku pêwîste wekî dû welatên cîran wan peywendiyekî asayî hebê. Balkişand li ser wê yekê jî ku di derbarê bingeha meşqa Başîka, li gel Bexdayê hevdû têgihiştinek heye.

Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiye, Serok Wezîrê Tirkiye balkişand li ser wê yekê ku me peywendiyeke kevin heye û pêwîste wan peywendiyan pêşbixin bi taybetî li rewşa niha da ku tê pêşbînî kirin navçe berev rûyê guhertinê ve bibê û ji bo her pêşhat û egerek pêwîste her dû alî hemahengiyeke zêdetir hebê.

Paşê birêz Binali Yildirim, balkişand li ser peywendiyên aborî û bazirganî û civakî û perwerde û tendirustiyê ku Tirkiye dikarê hevkarê Kurdistanê bê û ji bo vê mebestê jî ew komîsyon tê çalak kirin ku erkê wê pêşxistina wan hevkariyane.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Serok Wezîrê Tirkiye û şanda li gel, serdana wan bilind nirxand û spasî gel û Hikûmeta Tirkiye kir ku di demên derbasbûyî de hevkarê Hikûmet û xelkê Kurdistanê bûne û daxwaz kir hevkarî û hemahengiya her dû aliyan berdewam bibin û bêne pêşxistin.

Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê xisterû, her wiha balkişand li ser operasyona azadkirina Mûsil û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û wê piştevaniyê kir ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ji bo Hikûmeta Iraqê xistine rû heta operasyon bi serkeftî birêve biçê û asayîş û aramî bê desteber kirin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de tekez kirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Tirkiye pêkve hatiye bestin û nabê rê bidin ew aramî bikevê ber gefan.

Piştî civînê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Tirkiye beşdarî civîneke rojnamevaniyê bûn û naveroka civînê û armanca serdana xwe ji bo ragihandinê behs kirin.

Li civîneke rojnamevaniyê da Serok Barzanî, serdana birêz Binali Yildirim û şanda li gel ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi piştevanîkirina gel û dewleta Tirkiye ya Herêma Kurdistanê da zanîn. Li beranber da Serok Wezîrê Tirkiye behsa serdana xwe ya Bexdayê kir û bi serkeftî nirxand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir û behsa gefên emnî û aborî kir û ragihand ku ji bo pêşxistina peywendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û çareserkirina kêşeyên aboriyên Herêmê, lîjneyeke hevbeş bê pêkanîn.

Paşê jî firavînek ji bo şanda mîhvan hate rêkxistin ku têda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hejmarek ji Wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Piştî nîvro, Serok Barzanî û şanda li gel, bi birêz Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge, serdana sengerên Pêşmerge ya li çiyayê Zertik kirin û ji aliyê Ferîq Cemal Mihemmed, Serok Erkanê Wezareta Pêşmerge ve qonaxên têkşikandina terorîstên Da'îş ji aliyê hêzên Pêşmerge li wê eniya ku bûye sedema rê xweşkirina destpêkirina operasyona azadkirina Musilê û pêşketina hêzên artêşa Iraqê li nav bajarê Musilê, xiste rû.

Paşê jî Serok Wezîrê Tirkiye û şanda li gel dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anîn û li rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, ji aliyê Serok Barzanî û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate birêkirin.





352 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad