English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-09 [10:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê ElîEkber Haşimî Refsenacî ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneyeke Tehranê koça dawîn kir.

 

Ajansa fermî ya dewleta Îranê, IRNA di nûçeyekê de ragihand, ku Ayetulah ElîKeber Haşimî Refsencanî, ku ji ber nexweşiya dil li Nexweşxaneya Şuheda ya Tecrîş a Tehranê hatibûn razandin, duh şev di temenê 82 saliyê de canê xwe ji dest da û wefat kir.

 

Medyayên Îranê ragihandin, êvariya yekşemî 8ê Çileya 2017ê, ElîEkber Haşimî Refsencanî ji ber nexweşiya dil bo nexweşxaneya Şuheda ya Tecrîşê hatibû veguhastin.

 

Medyayên Îranê belav kirine, ku piştî belavbûna nûçeya koça dawîn a Refsencanî, Serokoamrê Îranê Hesen Ruhanî li Nexweşxaneya Şuheda ya Tecrîşê amade bûye.

 

ElîEkber Haşimî Refsencanî serokatiya Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya îranê dikir.

 

Haşimî Refsencanî yek ji serkirdeyên herî mezin ê Komara Îslamiya Îranê bû û weke hevrêyê nêzîkî rêberê Şoreşa Îslamiya Îranê Ayetullah Ruhullah Xumêynî dihat naskirin.

 

Refsencanî pêştir bo du xûlan û bo dema 8 salan Serokomarê Îranê jî bû.

 

Berî serokomartiyê jî, Refsencanî yekemîn Serokê Parlamentoya Îranê piştî şoreşa îslamiya Îranê bû.





292 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad