English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-09 [12:10 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî vegera ji Iraqê û Herêma Kurdistanê, li Enqerê ragihand: “Me li ser DAIŞê û PKKê bi Iraqê re li hev kir.”

 

Binalî Yildirim êvariya îro yekşemî 8ê Çileya 2017ê, dawî bi serdana xwe ya bo Iraqê û Herêma Kurdistanê anî û vegeriya  Tirkiyê.

 

Binalî Yildirim li Enqereyê derbarê serdana xwe ya bo Iraqê û Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek rojnamevanî da û ragihand, Tirkiyê bi Iraqê re li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û PKKê li hev kiriye.

 

Yildirim di destpêka daxuyaniya xwe de got, di wan demên dawî de, li ser kampa Başîkayê pêwendiyên navbera her du welatên Tirkiyê û Iraqê gihîştibûn asteke nebaş û da xuyakirin: “Bo sererastkirina wan (tiştan) ev civîn gelek bi mifa bû. Piştî civînê jî me daxuyaniyek hevbeş belav kir.”

 

Serokwezîrê Tirkiyê da xuyakirin, ku têkoşîna li dijî terorê li pêşiya armancên wan tê. Binalî Yildirim bi amajekirin bi hevdîtinên xwe yên bi berpirsên iraqî re got: “Me li ser têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistinên terorîstî yên DAIŞ, FETO û PKKê li hev kir. Bi rêya serdana me, di pêwendiyên me de serdemek nû dest pê kir.”

 

Yildirim li ser hebûna leşkeêrn Tirkiyê di nav axa Iraqê û bi taybetî li kampa Başîkê de jî axivî û da zanîn: “Sedema hebûna me li Başîkê ji bilî têkoşîna li dijî terorê, ti tiştek din nîne.”

 

Di beşeke din a daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, ku cîgirbûna PKKê li Şingalê, pirseke girêdayî asayişa netewî ya Tirkiyê ye û da xuyakirin, ku wî di serdana xwe ya bo Iraqê de bi rayedarên iraqî re behsa wê mijarê jî kiriye.

 

Binalî Yildirim got: “Yan hêzên Iraqê û Pêşmerge dê PKKê li wê derê derxînin, yan jî Tirkiye dê ya pêwîst pêk bîne. Di vê bareyê de, fikrê me û helwesta me zelal e, me ew yek jî di kevana vê serdanê de behs kir.”

 

Yildirim amaje bi baştirbûna pêwendiyên navbera Tirkiyê û Iraqê kir û got: “Di têkiliyên navbera Iraq û Tikriyê, serdemek nû dest pê kiriye. Emê hemû mijaran dê gelek ji nêzîk ve binirxînin. Em ji bo astengkirina hebûna terorê li herêmê, bi awayekê hemaheng tevbigerin. Di wan tojên bihorî de, di bernameyeke berfireh de, e mew serdan bi dawî kir.”

 

Derbarê hebûna leşkerên Artêşa Tirkiyê li kampa Başîkê de jî, Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir, ku wî li ser wê mijarê bêyî ku guh bide daxuyniyên berê, helwesta Enqerê ragihandiye.

 

Binalî Yildirim destnîşan kir, ku hebûna wan li Başîkê ne ji ber keyfê, lê belê ji ber neçariyê û ji bo paqijkirina Mûsilê ji DAIŞê ye.

 

Yildirim got, ku leşkerên Tirkiyê dê li Başîkê li ser erkên xwe berdewam bin û tekez kir: “Her dema ku şert û merc guncaw bûn, em dikarin rûnin û biaxivin û pirsgirêê bi awayekê dostane çareser bikin.”

 

Jêder: Rûdaw

 





322 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad