English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-09 [01:44 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo boneya koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî peyamek serxweşî û hevxemiyê belav kir.

 

Ev jî naveroka peyama Barzanî ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Ferhad Şakelî û Emced Şakelî

Nûçeya koça dawî ya bavê yê birêz, kesayetiyê navdarê olî û civakî ya Kurdistanê, Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî, ez xemgîn kirim.

Şêx Mihemed wekî dostekî me û dilsozekî rêbaza Kurdayetî û mirovekî xwedî helwest û xweşdiviyê nav xelkê, herdem cihê rêz û hûrmetê bûye û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Li vê helkefta xemgîn da ji dil ve serxweşiyê li we yên birêz û malbata we ya birêz û kesukar û xizmên we dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Şêx Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
09.01.2017
 





409 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad