English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-20 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Derve ya Amerîkayê razî bû ku Washington bi awayekê ratserast çekên giran bifiroşe Herêma Kurdistanê.

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) daxwaz ji rêveberiya Koşka Spî kir, ku Amerîka bi buhayê 295 milyon dolarî çek bifiroşe Herêma Kurdistanê.

 

Ajansa Hemahengiya Asayişa Berevaniyê ya ser bi Pentagonê bi da xuyaniyeke nivîskî ragihand, Pentagonê daxwaz kiriye, ku bi buhayê 295.6 milyorn dolar çek û teqmenî bi Hêza Pêşmerge were firotin.

 

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê razîbûna xwe li ser vê daxwazê nîşan daye û Kongreya Amerîkayê jî ji wê yekê hatiye agahdarkirin.

 

Li gorî zanyariyên, Washington dê ji bo bihêztirkirina Hêza Pêşmerge bi awayekê rasterast çek bifiroşe Herêma Kurdistanê.

 

Ji bo cîbicîkirina vê pêşniyara Pentagonê, pêwîst e Encumena Senato ya Amerîkayê biryarê li ser bide û wê yekê pesend bike. Ji bo wê çendê jî, biryar e, ev pêşniyar di Encumena Senato ya Amerîkayê de were gotûbêjkirin.

 

Li gorî daxuyaniyekê de, ew çek û teqemenî ji bo yekîneyên Topxane û Piyade yên Hêza Pêşmerge ne.

 

Di vê bareyê de, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Kongreya Amerîkayê hinek pere weke alîkarî ji hêzên çekdarên Iraqê re dabîn kiriye. Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî pêşniyar kiriye, ku ji wî pereyî bi qasî 200 milton dolarî ji Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re, ku weke hêzeke xwedî bandor di şerê li dijî terorê de, ye dabîn bike.”

 

Cebar Yawer got: “Ew 200 milyon dolar dibe du beş, 100 milyon dolar ji bo avakirina 2 lîwayên Hêza Pêşmerge bi çekên pêşkevtî ye û 100 milyonê din jî bo 3 tiştên din dê were xerckirin, ku ew jî damezrandin û yekxistina sîstema pêwendiyê ya Wezareta Pêşmerge bi rêya Bêtêlê ye, herwiha hinek pereyên din jî ji bo dabînkirina kelûpelên yedek ên çek û otomobîlên serbazî tê terxankirin, ku ji bo Pêşmerge hatiye dabînkirin. Hinek pereyê din jî ji bo rahênan û perwerdeyê tê xerckirin.”

 

Roja 12ê07-2016ê li bajarokê Selahedînê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, protokoleke leşkerî di navbera Amerîka û Kurdistanê de hat îmzakirin.

 

Li gorî vê protokola serbazî, Washington dê 415 milyon dolar weke alîkariyên serbazî bide Herêma Kurdistanê.

 

 





844 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad