English | عربی | کوردی  
 
 
2017-05-03 [10:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Derve ya Îranê da û ragihand: “Em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin, û lidarxistina referandumê mafekî asayî û xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û biryara dawîn a derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî, dê ji aliyê gelê Kurdistanê bi xwe be.”

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî duh roja duşembiyê di konfransaeke rojnamevaniyê de, dijatiya Tehranê li gel hewlên Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê aşkere kiribû.

 

Behram Qasimî di bersiva pirsyareke derbarê hewlên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê de, ragihandibû: “Kurd beşekî giringê Iraqê ne û di çarçoveya destûr û yekparçeyiya xaka wî welatî de xwediyê mafên xwe ne, lê belê nabe ku li dijî yekparçeyiya xaka Iraqê rawestin û dijatiya serweriya Iraqê bikin û yekparçeyiya Iraqê qebûl nekin.”

 

Qasimî herwiha gotibû: “Ew gotin û besh tiştên nû nînin, berê jî ew gotin hebûn, lê belê Îran piştevaniyê li yekparçeyiya xaka Iraqê dike û li dijî her cuabûnekê li wî welatî dirawaste û ez di vê baweriyê de me, ku ew dengo heta dawiyê ji rastiyê dûr in.”

 

Li hember vê daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekek tund nîşan da.

 

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro sêşembiyê di daxuyaniyekê de dilgiraniya Herêma Kurdistanê ji ber vê helwesta Tehranî anî ziman û ragihand: “Mafê çarenivîsê weke hemû gel û netewên din ên cîhanê, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, ku gelek qurbanî jê re daye û di vê xebatê de jî ji bo gihîştina bi xwastek û armancên xwe yên rewa berdewam dibe.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Her weke ku pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihandiye, mijara referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê, mijarekî navxweyî yê Iraqê ye. Bo vê mebestê jî bi rêya gotûbêj û ji hev têgihîştinê ev mijar li gel hikûmeta federalî ya li Bexdayê tê gengeşekirin û biryar li ser tê dayîn. Her ji ber wê jî, derveyê vê çarçoveyê em her daxuyaniyek din red dikin û tekez dikin, ku em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, lidarxistina referandumê weke mafê xwezayî yê gelê Kurd hatiye binavkirin û tekezî hatiye kirin: “Pêkanîna referandumê mafekî asayî û xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û biryara herî dawîn a derbarê serxwebûnê de jî, ji aliyê gelê Kurdistanê ve dibe, ku mafê xwezayî yê wê ye.”





1183 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad