English | عربی | کوردی  
 
 
2017-07-13 [10:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şandeke Hevbeş a Desteya Ragihandinê ya Ceng a Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana paytexta Amerîkayê bajarê Washingtonê dike.

 

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Ceng a Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet di daxuyaniyekê de ragihand, îşev roja sêşemê 11ê Tîrmeha 2017an şanda hevbeş ber bi Washingtonê bi rê ket

 

Herwiha Helgurd Hîkmet got: “Erkê me gihandina peyama Pêşmerge bi 72 welatên hevpeymaniya dijî DAIŞê ye, da ku hevkarî û piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge bidomînin û herwiha ji bo nehiştina grûpên piçûk ên peyrewên DAIŞê û fikr û ramana tundrewiyê.”

 

Helgurd Hîkmet ku di vê şandê de nûnerê Pêşmerge ye diyar kir: “Serdan dê çend rojan bidome û li gel çendîn berpirsên leşkerî û siyasî dê civîn werin pêkanîn.” 





859 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad