English | عربی | کوردی  
 
 
2017-07-19 [11:37 AM]

Hewlêr (ZNA)-


Qeterê ragihand, ku hêzeke din a Tirkiyê îro gihîşte Dewhe ya paytexta wî welatî.

 

Wezareta Berevaniya Qeterê li ser hesaba xwe ya Twitterê da xuyakirin, ku karwana şeşem a hêzen Tirkiyê di çarçoveya rêkevtina leşkerî navbera her du welatan de gihîştiye wî welatî.

 

Li gorî Wezareta Berevaniya Qeterê, ew hêz tevlî hêzên din ê Tirkiyê yên li Qeterê bûye û daye xuyakirin, ku ew hêz jî di çarçoveta hevkariya leşkerî ya navbera Dewhe û Enqerê de, dê dest bi erkê xwe yê rahênanê bike.

 

Medyayên Tirkiyê jî belav kirin, ku di çarçoveya wê karwana leşkerî de 171 serbaz û 2 topên dûrhavêj bo Qeterê hatine birêkirin.

 

Qeter û Tirkiye di 19ê Kanûna 2014ê de rêkevtineke bingehîn a ji bo hevkariyên leşkerî îmze kiribûn, ku di 28ê Nîsana 2016ê de di serdana serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê bo Qeterê de ji aliyê berpirsên her du welatan de cîbicîkirina wê rêkevtinê hat îmzakirin.





1039 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad