English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-03 [12:56 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya polîsê Germiyanê ragehandineke fermî ve aşkera kir, ku yek ji taxên Kelarê ciwanekê du xwîşkên xwe kuştine. Îro 03.01.2018ê rêveberiya polîsê Germiyan daxuyaniyek di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û hat ragehandin ku ‘’Îro li taxa Sedmal a Kelarê Ciwanekê bi demançê gule berdan xwîşk û zawayê xwe û di encamê de du xwîşkên xwe kuşt, zawayê xwe jî birîndar kir. ‘’ Herwaha hate gotin, piştî geheştina hêzên ewlehiyê yên Kelarê li cîhê bûyerê, termê wan keçan hate dîtin û ew gehandinn beşa lezgîn a Nexwaşxaneya Şehîd Hejar û kesê birîndar jî bo çareseriya pêwîst hatiye razandin. Polîsê Germiyan ragehand: ‘’Ne diyare sedemê bûyerê çiye. Polîs dest bi lêkolînê kiriye û kesê tewanbar jî reviye û derbarê girtina wî de jî lêgerîn destpê kiriye.



322 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad