English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [12:11 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Roja bihorî cîgirê yekemê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî bi rêya firokxaneya navnetewî ya bajarê Silêmaniyê bi firokeyeke taybet giheşte herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku, Kosret Elî ji firokexaneyê biçe mala xwe ya Girdî Elî Nacî li bajarê Silêmaniyê. Piştî çend neştergerî û pişknînan li derveyî welat, cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî vegeriya Kurdistanê. Kosret Resûl bi mebesta neştergerî û pişknînê serdana Almanya û Birîtanya kiribû, duh êvarî ji Londonê paytexta Birîtanya bi riya firîngeha Silêmaniyê vegeriya Herêma Kurdistanê û ji aliyê endamên polîtbîro û serkirde û kadir û dost û alîgirên YNK ve pêşwaziya wî hat kirin. Endamê polîtburoya siyasî ya YNK Aso Mamend ji BasNewsê re ragehandibû ku, tendirustiya Kosret Resûl baş e û vedgere karê xwe li nav YNK weke cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî. Roja 11-11-2017 Kosret Resûl ji ber ku tendirustiya wî têkçûbû, bi mebesta dermankirinê ber bi welatê Almanya ve birê ketibû.



232 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad