English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-10 [10:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê firaksyona YNKê li encumena parêzgeha Hewlêrê, Rêbaz Bîrkotî dibêje, hinek rayedarên YNKê tenê dixwazin berîka xwe jî tijî bikin! Endamê encumena parêzgeha Hewlêrê û serokê firaksyona YNKê li encumenê, Rêbaz Bîrkotî li ser rûpela xwe ya facebookê behsa rewşa YNKê kiriye. Rêbaz Bîrkotî bang li cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed kiriye, êdî wextê wê hatiye nakokiyên xwe bidin aliyekî û pişta hev bigirin. Bîrkotî her wiha gotiye, piştî sala 2013 êdî rewatiya rêveberiya YNKê nemaye ji ber wê jî divê kongre were lidarxistin. Wî rayedarê YNKê aniye ziman ku kesên firsendçî û berjewendîxwaz YNK anîn vê rojê û gotiye, hinek kes tenê bo tijîkirina berîka xwe bûne endamê polîtburoyê.



310 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad