English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-11 [10:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Amerîka nîgeraniya xwe derbarê nebûna yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kudistanê de nîşan da û ragihand, nebûna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdî de, astengiyê dixe pêş guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê de. Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman bi civîneke çapemeniyê ragihand, welatê wan tekeziyê li ser girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê di çarçova Iraqê de dike. Herwaha got, di rojên bê de hejmarek hevdîtinan dê ligel berpirsên Iraqê bikin, ku çareserkirina nakokiyan û Bexda û Hewlêrê pêkbê. Silliman diyar kir, welatê wî hemû hewlên xwe dike ji bo fişarê bixe ser Iraqê, ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê dayîn û pirsa deriyên sînor çareser bike û hevahengiya ewlehiyê bi Herêma Kurdistanê re bike. Balyozê Amerîka li Iraqê tekez kir, welatê wî, ji derza di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê nîgeran e, ji ber ku guftûgoyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê asteng dike. Silliman ragehand: “Gûmana me nîn e ku niyazek li cem her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê heye, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û çend gavên kiryarî hatine avêtin.”



415 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad