English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-11 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê li gel kenala Rudawê de behsa rewşa herêma Kurdistanê û navçeyê, herwiha xiyaneta 16ê Oktoberê û pêwendiyên herêma Kurdistan û Iraqê dike. Di pirsekê de ku, dibêje hêşta babeta referandumê li Kurdistan û navçeyê germe, berî referandumê çi rûd? Mesrûr Barzanî: Referandum mafekî sirûştî û yasayî yê hemû netewane. Piştî sala 2003ê çaverêbûn destûra nû ya Iraqê mafên me biparêze, lê berovajiyê vê pêşbîniyê û hewldanên me, hêdî hêdî me dît, ku him destûr tê binpêkirin û him jî mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê nayên cîbicîkirin. Bi şêweyekî sîstematîkî hewl dan, ku rola Kurdan weke şirîkekê rasteqîn di desthilata Iraqê de kêm bikin û ji pêgeha desthilatê dûr bixin. Paşî dor gihişte wê yekê ku, ku bûdceya Kurdistanê hêdî hêdî kêm kirin heta gihişte wê qonaxê ku bûdce bi temamî birîn. Bi ti awayî hewl nedan, ku pêşmerge weke beşekê bi karîger a sîstema berevaniya hikûmeta Iraqê were pênasekirin û li ser vê bingehê danûstandin li gel bê kirin. Di dema şerê DAIŞê jî de me dît ka reftareke çawa li gel pêşmerge dikin û nahêlin çek bigihe destê pêşmerge.Cîbicînekirina pêwîstiyên Madeya 140 a Destûra Iraqê û binpêkirina 55 xalên destûrê, tevde hiştin, ku em hizra wê yekê bikin ka çawa bikarin di paşerojê de bêyî şer bikarin bijîn an jî careke din jî gelê me û neteweya me neçarê wan neheqî û pirsgirêkan nebe, tiştên bi serê me de hatine dubare nebin. Me xwest riyekî peyda bikin da ku bi awayekê bingehîn pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê çareser bikin. Lewma bi baweriya me divê em herin û ji gelê xwe bipirsin. Vê yekê jî hizra giştpirsiyê afirand. Ev ne hizrekî nû ye û di sala 2014ê de cenabê Serok ji parlamentoyê xwest komîteye bilind ji bo giştpirsî û hilbijartinan were avakirin. Wê serdemê parlamentoyê jî ev yek erê kir. Piştî ku hemû aliyan li ser vê yekê axivîn, em gihitşine wê biryarê, ku eger em li gel Bexdayê negihin ti rêkevtinekî û hikûmeta Iraqê amade nebe bi awayekî bingehîn mafên destûrî yên xelkê me cîbicî bike, du rêke hebû yan dive ber bi şer ve çûban ew jî me red dikir yan jî ber bi referandumê biçin.



349 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad