English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-11 [03:25 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê li gel kenala Rudawê de behsa rewşa herêma Kurdistanê û navçeyê, herwiha xiyaneta 16ê Oktoberê û pêwendiyên herêma Kurdistan û Iraqê dike û ragehand ku, ne niha û ne jî wê demê bawer nedikir di nav kurdan de kesen wiha bi asteke nizim û erzan bikare wê xiyaneta mezin bike. Mesrûr Barzanî derbarê şeva piştî civîna Dokan û xiyaneta mezin di bêje: Bavil Talebanî her çende postekî wî yê serkidetiya hizbî nebû lê ew li gel hinek xizm û kesên xwe çûbû li gel Bexda rêkeftin kiribû. Di şeva civîna Dokanê ew birader çûne Reşad û Xurmatû û li gel hin serkirdeyên Heşda Şeibî û Iraqê civîn pêk anîn, berê bernameya wan hebû ka çawa Kerkûkê û naçeyên din radestî hêzan Iraqê bikin. Ji nişkê ve bernameyek danîn ji piştve zivirîn û hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî anîne nav Kerkûkê. Birastî mirov nikare li hember vê çavê xwe bigre ku îxaneta herî mezin a serdemê ya dîroka Kurdatiyê de bû hate kirin. Ev îxanet bû, ku bi vî awayî xaka Kurdistanê firotin, Kerkûk radest kirin, pêşkeşî hêzên Iraqê kirin. Beriya hemûyan jî wan hêzên pêşmerge yên qehreman ên berevaniya Kerkûkê dikirin, ku piranî pêşmergeyên YNKê bûn, kirin qurbanî. Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, piştî wê xiyaneta mezin û Heşda Şeibî daxîlî Kerkûk bû, vê yekê karîgerî li ser hemû eniyan kir û hêdî hêdî hinek ji wan pêşmergeyan bi ferman paşde hatine vekişandin. We kirin, ku xeta eniyê weke xwe nemîne. Her çeperekî bandor li çeperê din kir û êdî mixabin pêşmerge kete nav rewşeke wiha ya nebaş, ku nekare weke pêwîst li dijî êrîşên Iraqê berevaniyê bike. Herwiha Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, eger Iraqê li gel wan kesan ev rêkeftin nekiriba, ew wêrekiya wê nebû, ku êrîşî pêşmerge bike. Pêşmerge xwediyê navekî bilind bû, ku Iraqê nediwêriya bi vî awayî were êrîşî ser pêşmerge bike. Lê dema zanîn, ku di nava Kurdan de kesên ew hind ast nizim hene, ku bikarin xiyanetê li hevalên xwe bikin, li birayên xwe, welatê xwe bikin û xaka xwe bifiroşin, ev bû sedem, ku hikûmeta Iraqê bikare hêza xwe bilivîne û biwêre were pêş ve. Herwiha got ku, wî bawer nedikir ku, xelkê Kurdistanê wiha bêdeng li himberî vê xiyantê bimîne dive xelk weke dadgeha niştimanî biryar li ser wan kesan bide ku, xiyaneta xak û niştimaniya xwe dikin.



313 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad