English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-28 [11:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 5 zarokên ku ji ber erdhejê di nav xîvetan de dijîn, ji ber ber sermayê mirine. Zêdetirî 3 mehan e mexdûrên erdheja Kirmaşanê li ber sermayê û di nav çavdir û xîvetan de dijîn. Li gorî medyaya Îranê, tenê di heyama mehekê de 6 kes ji ber sermayê mirine ku 5 ji wan zarok in. Ev amar ji aliyê parlamenterê Kirmaşanê Qasim Casimî ve jî hatiye piştrastkirin. Tevahiya wan zarokên ku ji ber sermayê mirine, temenê wan kêmî 4 salan e. Keçek 17 salî ya astengdar jî di nav wan miriyan de ye. Şeva 12 Mijdara 2017 parêzgeha Kirmaşanê bi tundiya 7.3 pile hejiya. Ji ber wê erdhejê bi sedan kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.



238 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad