English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-13 [10:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de ne tenê şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokxaneyan e divê hemû xalên destûrê werin cîbecîkirin ne tenê çend xal ji destûrê.

Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpevîna xwe de ji Ktv wiha got: "Di dema borî de hevdîtin û civîn di navbera herdu aliyan de pêkhatin, pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de ne tenê şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokeyan e belko pirsgirêkên me siysî û netewiyên dûrûdirêjin."

Derbarê pirsa pabendnebûna destûra Iraqê rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê got ku, divê hemû destûra Iraqê were cîbecîkirin ne tenê çend xalan ji destûrê hilbijêrin.

Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya herêmê got ku, rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê nayê qevûlkirin dive rewşa wan navçeyan li gor destûrê asayî bibe.





844 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad