English | عربی | کوردی  
 
 
2018-05-28 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gundê Lêrî yê ser bi bajarokê Şêrwan a navçeya Mêrgesor a Hewlêrê, guran êrîşî zarokekî kirin û ew birîndar kirin.

 

Nîştecihê gundê Lêrî, Berzan Ebdullah derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axiviye û ragihandiye “Şeva borî (26-05-2018) gurekî di nava gund de êrîşê ser zarokekî 6 salî yê bi navê Hakan Rizgar Hacî kir û 100 metre li pey xwe de kaş kir û bir.”

 

Berzan Ebdullah da zanîn, ku li ser hewara zarokî xizm û kesên wî gihiştine hewarê û ew rizgar kirine.

 

Ebdullah diyar kir, ku zarok bi birîndarî gihandine nexweşxaneyê û niha rewşa tenduristiya wî baş e.

 

Li gorî gotina Berzan Ebdullah heman şevê guran êrîşî ser ciwanekî bi navê Weysî Mîro Mihemed ê 18 salî jî kirine lê wî bi kelûpelên di destê xwe de kariye xwe rizgar bike.

 

Xelkê gundê Lêrî ji ber qedexeyê nikarin ajalên kûvî û dirinde bikujin lewma dixwazin ev ajal ji gundên wan werin dûrxistin.

 





184 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad