English | عربی | کوردی  
 
 
2018-05-28 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tomarkirina lîst û hevpeymaniyên siyasî bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û dê heta 7ê meha Hezîranê berdewam be.

 

Li gorî datayên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, di hilbijartinên gera nû ya parlamentoya Kurdistanê de, zêdetirî 3 milyon kesan mafê dengdanê heye.

 

Komîsyonê herwiha ragihandiye, ku nêzîkî 300 hezar navên kesên mirî, aware û navên dubare ji lîsteya dengderan hatine reşkirin.

 

Nûkirina tomara dengderan jî ji 1ê Tîrmeha îsal ve dest pê dike û dê heta 31ê îsal (01-07-2018 heta 31-07-2018) berdewam be û di navbera wê demê de welatî dikarin serdana binke û navendên pêwendîdar ên komîsyonê bikin û navê xwe di lîsteya dengderan de tomar bikin.

 

Îro û di roja yekem a destpêkirina tomarkirina navê lîstan de, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê navê xwe li komîsyonê tomar nekirin.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 12ê Gulanê yên bo parlamentoya Iraqê de, li ser asta Herêma Kurdistanê pileya yekem bi dest anî, heta niha xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê tomar nekiriye.

 

Berpirsê Yasayî yê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê, Hawar Mihemed diyar kir, ku hemû belgenameyên wan ên pêwîst bo tomarkirinê amade ne û dibêje, renge di nava 24 heta 48 saetên bihê de, PDK xwe ji hilbijartinên Kurdistanê re tomar bike.

 

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Qasim Gelalî jî dibêje, ew dê di rojên bihê de navê xwe li komîsyonê tomar bikin.

 

Şêwaza hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi şêwaza yek bazneyî ye û herwiha proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bi lîsta nîvvekirî birêve diçe.

 

Komîsyona hilbijartinan a Kurdistanê formên taybet bi tomarkirina aliyên siyasî yên beşdar di hilbijartinan de amade kirine. Herwiha komîsyonê biryar daye, ku ji bo 100 kursiyên parlamentoyê, 50 milyon dinar ji her kes û aliyan werbigre, ji bo 10 kursiyên kota yên Mesîhî û Tirkmen jî 25 milyon dînar û ji bo kursiyeke Ermeniyan jî 10 milyon dînar weke barimte dê were wergirtin.

(Rûdaw) 





193 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad