English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-06 [10:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li devera Sêmêlê ya Duhokê 2 kes di ava çemê Sihêla de xeniqîn.

Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl ya Duhokê, Bêwar Ebdulezîz got duh serê êvarê du kesên xelkê bajarokê Sêmêlê yê Duhokê di nav çemê Sihêla de xeniqîn.

Bêwar Ebdulezîz her wiha got, ew kesên ku xeniqîne bo girtina masiyan ketibûn avê. Ji ber ku girtina masiyan niha qedexe ye, bi kincên pêşmergeyan ew kar kiribûn da ku neyên girtin lê her du jî xeniqîn.

Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl ya Duhokê da zanîn, termên wan her du welatiyan ji avê hat derxistin û bo nojdariya dadê ya Duhokê hat veguhestin.





52 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad