English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-07 [12:41 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberê peyvendî û ragehandina komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê aşkera kir, ti biryareke ku dema tomara pêkhateyên siyasî bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê li holê tineye.

Rêveberê peyvendî û ragehandinê li komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ji BasNewsê re ragehand, îro 07.06.2018ê roja dawî ya tomara pêkhateyên siyasî ye li herêma Kurdistanê ku bikarin beşdariyê li helbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.

Herwaha got: ‘’Li gor biryara encûmena komîsyaran dema tomara pêkhateyên siyasî heta îro hatiye diyar kirin û encûmena komîsyaran ti biryarek bo dirêj kirina dema nav tomar kirina pêkhateyên siyasî nedaye.’’

Şoreş Hesen got, ew li gor lîste û teqwîmeke hatî diyar kirin kar dikin, ku di wê teqwîmê de dema pêkhateyên siyasî bikarin navên xwe tomar bikin heye, herwaha dema hevpeymaniyan jî hatiye diyar kirin.’’

Herwaha diyar kir, piraniya aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê navên xwe bo helbijartinên parlamentoyê tomar kirine, ji ber vê jî encûmena komîsyaran ti biryarek bo dirêj kirina dema nav tomar kirinê nedaye.





49 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad