English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-11 [11:37 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Du revandiyên din yên êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Koro ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, duhî jinek û keçeka êzîdî ku sala 2014 ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, li Sûriyê hatin rizgarkirin.

Husên Koro daye zanîn, jinik 22 salî û xelkê gundê Til Qeseb yê Şingalê ye û keçik jî 13 salî û xelkê gundê Sulax yê Şingalê ye.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî daye zanîn, ew her du rizgarbûyên êzîdî dê di nav çend saetên bê de derbasî Herêma Kurdistanê bibin û bigihên mirovên xwe.

 





253 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad