English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-12 [07:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Barzanî li Selaheddîn Nûnerê Taybet ê Sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis kir.

Roja Sêşem 12.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis kir.

Li hevdîtinê de guhertinên siyasiyên dawî yên Iraqê û rewşa siyasiya piştî hilbijartinê hate nirxandin û di derbarê pêşhatan û guftûgoyên pêkanîna hikûmet û biryarên Parlemanê yên di derbarê encama hilbijartinê de danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê jî Serok Barzanî di derbarê nêrîna civaka navdewletî û welatên zilhêz yên di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hevkêşeyên piştî hilbijartinê agahdar kir û nêrîna rêxistina Neteweyên Yekgirtî di derbarê nîgeraniyên li ser paşaroja Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê şîrove kir û eve jî xisterû ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî amadehiyeke tevahî heye ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û her wiha çareserkirina wan giriftên ku li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da hene û her wiha navçeyên maddeya 140.

Her li vê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qonaxa pêş referandûmê û rûdanên 16ê cotmeha derbasbûyî tekez li wê yekê kir ku niha hilbijartin hatiye kirin û rewşeke nû hatiye holê û ewê ji bo gelê Kurdistanê girîng û serekiye berçavgirtin û pabendbûne bi sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengî li hemû warên hukimranî û danîna mekanîzm û bi cîhkirina naveroka wan sê prensîpan û li jêr ronahiya wan sê prensîpan jî pêwîste hevpeymaniya di navbera aliyan bê kirin û rêkkeftin li ser post û sîmaya hikûmeta paşaroja Iraqê bê kirin.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî têbîniyên xwe yên li ser karkirina komîsyon û birêvebirina hilbijartin û encamên wê û her wiha biryarên vê dawiyê ya Parlemenê xisterû û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê hîç nûnerekî li komîsyon nebûye û ji bo wê yekê PDK nebê partiya yekem li parêzgeha Nînowa bi zulm dengên wargeh û kempan û xuşk û birayên Êzîdiyan şewitandin ku li rastiyê da jî PDK partiya yekem û serketiyê parêzgeha Nînowaye.

Di derbarê proseya hilbijartin û sextekariyê jî ragihand ku em bi hemû cûre rêkarek razîne ku bê encamdan bi dûbarekirina hilbijartinan jî yan bi duvdaçûn ji bo lêpirsînên li her cîhek bê lê belê biryara hilweşandina dengê Pêşmerge bi bê sedem û bi navê merama siyasî zulmekî gelek mezine û bi tu awayekî qebul nakîn. Ji ber ku ewe balkişandin û hêmayeke gelek xerape û bi wateya karkirine ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî pêşwaziyê jî li rola rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir ji bo yarmetîdana aliyên Iraqê û çareserkirina kêşeyan bi taybet li babeta maddeya 140 û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û eve jî dûpatkir sepandina emrî waq'î û berdewambûna wê rewşa ku piştî 16ê cotmehê nayê qebul kirin û pêwîste li çarçêweya maddeya 140 a destûr yekalî bibê.





118 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad