English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-13 [11:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîs û qaymeqamê Hewlêrê pilan û amadekariyên cejna Remezanê li Hewlêrê eşkere kirin.

Tê pêşbînîkirin ku meha Remezanê sibê xilas bibe û yekemîn roja cejna Remezanê jî roja îniyê be. Ji ber wê jî li her derî amadekarî tên kirin.

Berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq  Telet û qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd îro pilan û amadekariyên ku li Hewlêrê bo cejna Remezanê hatine danîn, ji raya giştî re ragihandin.

Qaymeqamê Hewlêrê da zanîn, amadekarî bo mêvan û tûrîstan hatiye kirin ji bow ê jî 450 hotêl û motêl dê di heyama rojên cejnê ve vekirî bin her wiha nêzîkî 100 xwaringeh jî dê xizmeta mêvanan bikin.

Nebez Ebdulhemîd her wiha got, kîjan hotêl û xwaringehê ferman û qanûnên han binpê bike dê were cezakirin.

Berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet jî li ser pilanên cejnê got, bo parastina aramiya bajêr û welatiyan di heyama cejna Remezanê de tevahiya tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Ebdulxaliq Telet her wiha got, bo wê jî di navbera polîs, asayiş û dezgehên din yên ewlehiyê de kordînasyonek baş heye.

 





259 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad