English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-13 [01:12 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê aşkera kir, ku kujerê efserê wezareta Pêşmerge hate girtin.

Îro 13.06.2018ê rêveberiya polîsê Hewlêrê di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Piştî şeva borî 12.06.2018ê li sînorê deşta Hewlêrê bûyereke kuştinê pêkhat û Osman Ebdula yê ku di wezareta Pêşmerge de efser bû hate kuştin, bi awayek lezgîn hêzên polis û asayîşê geheştin cîhê bûyerê û dest bi lêkolîn û pêdeçûnê hate kirin. Ew lêkolîn bi armanca aşkera kirina nasnameya kesê tometbar ango kujerê bûyerê yê bi navê H.M.B. bû.’’

Herwaha daxuyaniya polîsê Hewlêrê de hat aşkera kirin: ‘’Piştî lêgerîn û kontrolên hêzên polis û asayîşê, kesê tometbar bixwe xwe radestî wan hêzan kir û bi awayek lezgîn lêpirsîn hatin kirin û li gor madeya 406 a ceza ya Iraqê hate girtin.’’





115 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad