English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-13 [02:56 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê(ENKS) derbarê kuştina serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê li Efrînê Ehmed Şêxo daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ENKS dibêje: Vê dawyê giûpên çekdar, serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê Ehmed Şêxo, revadin û eşkence kirin û piştî ku ew serbest berdan, wî ji ber birînan canê xwe jidest da.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: Ku berpirsê yasayî li ser wan reftaran Artêşa Tirkiyê ye, ya ku li hemberî wan tawanan bê deng e.

Herwiha ENKS daxwazê ji Hevpeymana Niştimanî ya Opozisyona Sûryê dike, ku wan kiryaran şermezar bike û xwe ji wan girûpên çekdar bêrî bike.

Çend roj berî niha çekdarên opozisyonê, berpirsê encûmena xwecihî ya Şiyê, Ehmed Şêxo di bin îşkenceyê de kuştibûn.

 





193 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad