English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-09 [11:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, li gundekî Bokanê di navbera pêşmergeyên wan û pasdaran de şer derketiye, herî kêm 4 pasdar hatine kuştin.

PDKÎ di daxuyaniyekê de ragihandiye ku pêr bi şev li gundê Koke li devera Pîr Mihemed ya bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên wan û pasdarên Îranê de şerekî giran derketiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wî şerî de herî kêm 4 pasdar hatine kuştin û tiştek bi pêşmergeyan nehatiye.

Heta niha pasdarên Îranê li ser wî şerî tiştek negotine.





97 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad