English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-10 [08:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Barzanî li Selaheddîn li gel Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê re civiya.

Roja dûşem 09.07.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê Brett Mcgurk û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û Konsolê Amerîka li Hewlêr Ken Grûs .

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya navçeyê û her wiha rewşa Sûriye û nîgeraniyên di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye xisterû.

Rewşa siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku bi navê dûbare nebûna şaşiyên berê û gihîştina bi şeraketa rasteqîne pêwîste hevpeymaniyekî hemû aliyane li ser bingehên şeraket û tewafuq û hevsengiyê bi hemû naverokên xwe ve bê dirust kirin û mekanîzm û bana demkî jî ji bo bicîhkirina wan sê prensîpan bê danîn bo ku hemû pêkhat hest bi wê yekê bikin ku li proseya siyasiya Iraqê da şirîkin û her li bin ronahiya wan sê prensîpan da jî hikûmet bê pêkanîn.

Li beşekî dinê vê civînê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş ragihand ku welatê wan berdewam dibê li yarmetîdana Iraqê û Herêma Kurdistanê û eve jî xisterû ku derfetekî zêde ji bo karê hevbeş heye bi navê pêkanîna aramî û baweriyê.

 





169 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad