English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-10 [11:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Sipaha Pasdarên Îranê li devera Sîdekanê heşt şivan girt binçava û heman demê de dest danîn ser 950 pez û sewalên wan hemwelatiyan û heta naha çarenivîsa wan 8 şivanan ne diyar û sedemê girtina wan jî çiye nayê zanîn!

Rêveberê nahyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji BasNewsê re ragehand, duh 09.07.2018ê li zozanên Xumarî û Kelaşînê yên li ser sînorê navbera herêma Kurdistan û Îranê de, ji aliyê sipaha pasdarên Îranê ve 8 hemwelatî hatin girtin û dest danîn ser 950 ser pezê wan.

Rêveberê nahyeya Sîdekanê got, duh kesên bi navên Muamer Xidir Nîmet, Ferhat Mexdît Nîmet û Kerîm Dîno Îsmaîl ji aliyê sipaha pasdaran ve hatin girtin û piştre hin kes jî li dû wan de çûn ku bizanin ji bo çi hatine girtin û ew 5 kesên ku dû wan de çûn ên bi navên Eyşê Xidir Nîmet, Besê Xidir Nîmet, Mexdît Nîmet, Seîd Hesen û Bas Simayîl ji aliyê sipaha pasdaran ve hatine girtin û naha çarenivîsa hemûyan jî ne diyar e.

Rêveberê nahyeya Sîdekanê got, ew hemwelatiyên ku hatine girtin tenê karê pez û sewalan dikin û her sal havînê bo çerandina pez û sewalên xwe diçin wan zozonan





40 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad