English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-11 [10:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çekdarên DAIŞê şeva bihorî li ser rêya bajarokê Dûbiz-Kerkûkê êrîşî çend zêrevanêbn boriya petrolê kirin û di encamê de 3 zêrevan hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

 

Di vê derbarê de, Serokê Encûmena Qezaya Dûbiz, Casim Ebdulrehman ragihand, ku şeva derbasbûyî, çekdarên DAIŞê li ser rêya Dûbiz û Kerkûkê êrîşî zêrevanên boriyên petrolê kirin, 3 zêrevan hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

 

Serokê Encûmena Qezaya Dûbizê behsa wê yekê jî kir, ku tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê wê qezayê bihêz bûye, ev jî bûye cihê metirsiya xelkê Dûbizê.

 

Qezaya Dûbizê, dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê û 40 kîlometran dûrî navenda bajarê Kerkûkê ye.





118 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad