English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-11 [10:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 15 kes mirin.

Şeva borî li bajarê Sine û li ser rêya Sine-Tehranê, tankereka petrolê û otobûseke rêwiyan li hev ketin.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de tanker teqiya û di encam de gelek rêwiyên otobûsê şewitîn. Tê gotin ku herî kêm 15 kes mirine, hinek çavkanî jî dibêjin 30 kes mirine.

Li gorî hinek çavkaniyan, ew tankera petrolê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Sine bibû.

Parêzgarê Sine ji ber wê rûdanê 3 roj şîn ragihand. 





193 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad