English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-31 [01:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro bi merasîmeke li Hewlêrê û bi amadebûna wezîrê Pêşmerge yê herêma Kurdistanê yê bi wekalet û serkonsolê Brîtanya li herêma Kurdistanê ve, Brîtanyayê 100 efserên Pêşmerge xelat kir.

Li gor zanyariyên berdest îro 31.07.2018ê wezîrê navxwe û wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî û serkonsolê Brîtanya li herêma Kurdistanê Martin War bi merasîmeke taybet ve 100 efserên Pêşmergeyên herêma Kurdistanê  xelata rêz lê girtinê dan.

Serkonsolê Brîtanya ragehand: ‘’Pêşmerge hêzeke giring e û me hewl daye bînin asta ku pişta xwe bixwe ve girêbidin û herwaha me hewl daye ku rêveberiyekê em damezrînin ku di nav pêkhateya wezaretê de reform pêkbîne.’’

Herwaha got, li gor me Pêşmerge berdewam ji aliyê leşkeri ve xwe nû bike û divê bigehe wê asta ku zêdetir bikare li hember terorê raweste û tekoşînê li gel gefan bike.

Wezîrê Pêşmerge yê herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî jî got: ‘’Em wek hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge li gel welatên hevpeyman hewldanek me pêşxistiye ku ji aliyê pêgehandin ango perwerdekirina Pêşmerge de, derbarê bernameyên taybet li ser Pêşmerge karê hevbeş em bikin.’’

Kerîm Şingalî got: ‘’Pêşmerge li cîha hemû cîhanê di şerê dijî DAIŞê û terorê de xwedî roleke dîrokî bû.’’

Şingalî got: ‘’Pêngava yeke bo yekgirtina hêzên Pêşmerge hatiye avêtin û armanca stratejik a wezareta Pêşmerge yekgirtina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge ye.’’

Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet got, ti aliyek rêgir nîn li pêş yekgirtinê û yekxistina Pêşmerge û ti rêgiriyek jî tineye.





133 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad