English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-01 [06:13 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî şandeke parêzgeha Helebçê serdana Bexdayê kir, hikûmeta Iraqê bo vekirina çend fermangehan li parêzgeha Helebçê pejirand.

Di daxuyaniya parêzgeriya Helebçê ya îro 01.08.2018ê de hat gotin: ‘’Piştî serdana şandeya parêzgeha Helebçê ya ji bo paytext Bexdayê, em li gel wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim El Erecî hevdîtinek pêkanîn û bi bextewerî dikarim mizgînî bidim ji hemwelatiyên xoştewî yên Helebçê re ku razîbûn li ser vekirina hemû fermangehên federal ên li parêzgehekê hebin hate pejirandin.’’

Herwaha hat gotin: ‘’Ew fermangehên ku hatine pejirandin; Rêveberiya rêgezname (nasname), Rêveberiya şaristanî, Rêveberiya nişîngeh (îkame), Rêveberiya Karta zanyarî, lîwaya pasewaniya sînor, tabloya otomobil.’’

Parêzgeriya Helebçê ragehand: ‘’Wezîrê navxwe yê hikûmeta Iraqê soza alîkarî û piştevaniyê daye bo parêzgeriya Helebçê.’’

Duh 31.07.2018ê şandeke parêzgeriya Helebçê bi armanca wergirtina razîbûna hikûmeta Iraqê li ser vekirina fermangehên federal, serdana Bexdayê kiribû.





145 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad