English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-01 [07:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li parêzgeha Silêmaniyê-Helebce amaje bi wê yekê dike ku, dengê me li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayeke berçav zêde dike.

Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li parêzgeha Silêmaniyê-Helebce Eta Şêx Hesen ji BasNewsê ragehand ku, PDK amadekariyên helbijartinên parlamentoya Kurdistanê dike, lê di van helebijartinan de em dixwazin bangeşeyeke medenî û serdemyane bikin, herwiha kar bo milmilaniyeke nerim li ser asta baweriya dengê welatiyan bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê dikin.

Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li parêzgeha Silêmaniyê-Helebce da zanîn ku, ti hêzeke siyasî sirnakin, ji ber pêwîstiya Kurdistanê bi pir alî û pir hizib, pir komelgeh û pirereng heye û tekez kir ku, her çiqas em xwe ji zimanê zibir û xirab di medyayê de dûrbixin em dê baweriyê li cem welatiyan çêkin û dengan bi dest bînin.

Derbarê encamên helbejartinan û hejmartina bi dest got ku, ji encama hejmartin a bi dest a 118 sindoqan li parêzgeha Silêmaniyê PDK hate rêza sêyem a hêzên siyasî yên Kurdistanê, li gor vê mîkanimê ya ku, helbijartin bi rêve diçe, dengê me li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayeke berçav zêde dike.

Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li parêzgeha Silêmaniyê-Helebce Eta Şêx Hesen ji BasNewsê tekez kir ku, ji helbijartinên sala 1992 ve û heta niha tevî wan sextekariyên beramber PDK tê kirin jî PDK di rêza yekem de ye, vê carê jî ka çawe PDK di sengera bergirî û parastina herêma Kurdistanê de di rêza pêşîn de ye di helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî di rêza yekem de dimîne.

 





256 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad