English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-02 [05:52 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Senotoya Amerîkayê budceya leşkerî ya welatê xwe pejirand, ku tê de 290 milyona Dolar bo hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye cuda kirin.

Duh 01.08.2018ê budceya leşkerî ya Amerîka ya sala 2019ê ku biqasî 716 Milyar Dolare hat pejirandin û bo Koşka Spî hat rakirin, da ku ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve pejirandin.

Piştî pêşkêş kirina proje yasaya budceya leşkerî, navê Pêşmerge tê de nehatibû, lê piştre û li ser daxwaza hejmarek ji endamên kongreya Amerîka ve, kongrê ew yasa serast kir û navê Pêşmerge lê hat zêdekirin û mîqtara hevkariya Amerîka ji hêza Pêşmerge re hat diyarkirin.

Li gor wê proje yasayê, koma hevkariya bo Iraqê 850 milyon Dolar e, jê jî 290 milyon Dolar ji Pêşmerge re diçe.

Di budceya leşkerî ya Amerîka ya sala 2017an de birê 450 milyon Dolar ji bo Pêşmerge hatibû cuda kirin, ew pare jî rasterast bo Herêma Kurdistanê hate dayîn.

Herwaha di budceya sala 2018an de jî, Amerîka 365 milyon Dolar ji hêza Pêşmerge re cuda kiribû.





196 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad