English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-02 [06:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Kurdistanê dibêje, her mela û mamostayekî ayînî ku hizra tundî û terorê belav bike dê rastî lêpirsîn û cezakirinê were.

Berpirsê pêwendiyên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Merîwan Neqşbendî ji malpera femrî ya PDKê re gotiye, di nehîştina terorê û hizra radîkal de tenê şerê çekdarî têrê nake divê di warê hizrî de jî li dijî teror û tundiyê xebat bê kirin.

Merîwan Neqşbendî her wiha gotiye, li Kurdistanê mela û mamostayên ayînî dikarin rolek baş di vî warî de bilîzin. Helbet heta niha karên wan baş bûye lê divê ev xebat hemaheng bê kirin.

Wî rayedarê Wezareta Ewqafê hişyarî daye beşek ji mela û mamostayên ayînî û gotiye, yên ku hizra tundî û terorê belav bikin dê rastî lêpirsînê bên û werin cezakirin.

Merîwan Neqşbendî behsa taktîka nû ya DAIŞê jî kiriye û gotiye, DAIŞ niha bi rêya sosyal medyayê dixwaze hizra terorîzmê di nav civakê de bi taybet di nav gencên bin 18 salî re belav bike. Divê pêşiya vê yekê were girtin û bi heman şêwazî li dijî wê yekê were rawestandin.

 





211 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad