English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-02 [06:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê lijneya rewşenbîrî ya Desteya Bilind a Binkeyê Laleşê yê Rewşenbîriyê û Civakî Şemo Qasim diyar kir: ‘’Îro 02.08.2018ê kurdên êzdî li perestgeha Laleşê dest bi merasîmên cejna Çilê Havînê kirine.

Şamo Qasim di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Piştî çil roj oldar û rû spiyên taybet ên êzdiyan ku roji digrin, roja dawiyê cejnê pîroz dikin. Îro 02.08.2018ê li perestgeha Laleşê dest bi merasîmên cejnê hatine kirin. Heta êvarî dê berdewam bin. Êvari jî sema dê bê kirin, çirayên peymanê û nîşanên taybet dê bên rakirin û kesên ne mohr kiri jî bi ava kaniya Spî dê bên mohr kirin. Taybet qesîdeyên olî dê bên gotin û her kesek bixwaze bo beşdariyê li rê û merasîmên cejna Çileya Havînê bike berê xwe dide Laleşê. Bi nîşaneyên taybet û di tirbeyên olî de ziyaret pêktên û cejna yek pîroz dikin.  

Herwaha got: ‘’Mezin û oldar bi wan merasîman birêve dibin. Her êzdiyê qesda perestgeha Laleşê bike dê ser pira Selatêrê de derbaz bibe û diçin ser kaniya Spî û dest û çavên xwe dişon.’’





148 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad