English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-02 [06:50 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Li gundê profesorê Kurd ku hêjayî ji mezintirîn xelata bîrkariyê ya cîhanê hat dîtin, wêneyên Serok Barzanî û Koçer Bîrkar hatin daliqandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê hemû çalakiyên di derbarê Kurdan de ji aliyê rejîma Îranê ve tên qedexekirin lêbelê tevî vê yekê jî Kurdên Rojhilat bi welatperiya xwe tên zanîn û serî li hember vê rejîmê natewînin.

Li Merîwanê Kurdan ji bo serkeftina Koçer Bîrkar şekir belav kirin û wêneyên wî ligel yên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li qada gund daliqandin.

Li ser medya civakî jî wêneyên Serok Barzanî û Koçer Bîrkar ji aliyê ciwanên Kurd ve hatin belav kirin û herwiha peyama Serok Barzanî ya pîrozkirina Bîrkar jî ji aliyê Kurdan ve hat parvekirin.

Koçer Bîrkar ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye li bajarê Rio de Jenerio yê Brezîlyayê di Kongreya Navdewletî ya Bîrkarî (Matematîk) de li gel çar akademîsyenên din hêjayî xelata Fields hat dîtin ku ev xelat weke Nobela Bîrkariyê tê zanîn.

Prof. Dr. Koçer Bîrkar ku li zankoya Cambridge ya Brîtanyayê profesorê Matematîkê ye, di derbarê wergirtina vî xelatî de got, “Hêvîdar im bi vî xelatî 40 milyon Kurd kêfxweş bûne.”

Serok Mesûd Barzanî jî bi peyamekê Profesorê Kurd Koçer Bîrkar pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got;

“Birêz Kak Koçer Bîrkar

Bi keyfxoşiyek mezin ve me nûçeya serkeftina we ya mezin bîhîst ku, we di wareke giring û zihmet a zanistî ya bîrkarî (matematik) de bidest xist.

Bê guman awat û armancên we pêkhatin û ev serkeftina we dilê hemû gelê kurd xweş dike û ez yekemîn kesê ji wî 40 milyon kurdê ji vê serkeftinê keyfxweş û pê serbilindim yek ji wan im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.

Cîhê keyfxweşiyek mezine ku ciwaneke kurd bikare ji aliyê zanistî ve pêşbirkê li gel zanayên cîhanê bike û xelata navnetewî bidest bixe. Hêvîdarim Kak Koçer bibe pêşeng û nimûneya bilind bo ciwanên me hemûyan û hewl bidin wek Kak Koçer serkeftinê ji aliyê xwendin û zanistê de navê gelê xwe bilind bikin.”





64 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad