English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-03 [10:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê hûrgiliyên di derbarê êrişa li dijî parêzgariya Hewlêrê belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komeke terorîstan ku pêwendiya wê bi êrişa li dijî parêzgariya Hewlêrê heye hatiye girtin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê vîdeoyek jî di derbarê xebatên wê koma terorîst de belav kir. Di vîdeoyê de xebatên xwebirêxistkirina wê koma terorîst cih digirin. Hat gotin ku terorîstên din ên ji bo wê komê kar dikirin jî Ebdurrahman Rehîm, Bilal Silêman, Rehêl Mihemed, Mihemed Cebar û Mihemed Şêrza ne.

Herwiha hat gotin ku Mela Îsmaîl Sûseyî sala 2014an li dijî Pêşmerge ji bo çekdarên DAIŞê sîxûrî kiriye û di derbarê Hêzên Pêşmerge de agahî dane DAIŞê.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

Îsmaîl Sûseyî ji bo wê koma ku êrişî parêzgariya Hewlêrê kirine, çek, pare û pêdawîstiyên din dabîn kirin. 03.07.2018an bi biryara dadgehê û bi tometa endamtiya rêxistinê Sûseyî ji aliyê asayîşê ve hat girtin û dest bi cebilxaneya wî de hat girtin.

Vê komê bi rêya çend kesên radîkal ji bo navê îslama pîroz pare ji rêxistinê re rê kirin û êriş hat plankirin. Endamê komê yê din Mihemed Şîrzad jî di 2015an de ji ber endamtiya rêxistinê hat girtin. Piştî salekê tê berdan û ew kes cardîn peywendî bi DAIŞê re çêdike û herwiha beşdarî êrişa li dijî parêzgeriya Hewlêrê dibe û dibe sedema şehîdbûna welatiyekê û birîndarbûna çend kesan. Em spasiya xelkê xwe dikin ku di têkoşîna li dijî terorê ligel hêzên ewlekariyê ne. Em ê xelkê xwe ji her êrişeke terorî biparêzin bila ti gumana ti kesî ji vê yekê nebe.





133 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad