English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-03 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bi helkefta bidestxistina mezintirîn xelata zanistî di cîhanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê arsteyî Koçer Bîrkar kir .

Ev jî têkista peyama peyamê ye:

Birêz Koçer Bîrkar

Ez ji ber vê serkeftina we ya mezin, we û malbata we pîroz dikim. Ev xelat û serkeftina we ya zanistî, bûye mayeya kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman.

We bi vê serkeftinê nimûneya xortê jîr û zanistkar ê serkeftî yê Kurd nîşanî cîhanê da, ku dikarin di asta zanayên mezin ên cîhanê de bin, di heman demê de xelata we ya zanistî dê bibe bawerbixwebûn û hander ji bo dahênana zêdetir a xortan di hemû waran de, bi taybetî jî di warê zanistî de.

Ez cardin we pîroz dikim, bi hêviya temenê dirêj û serkeftinên zêdetir.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê





43 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad