English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-07 [12:48 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Di çaremîn salvegera komkujî û revandina kurdên êzdî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragehand ku, hikûmet li ser rizgarkirina revandiyên êzdî berdewam in.

Îro Înê 3.8.2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera cenosaida devera Şingal li ser destê rêxistina terorîst DAIŞê peyamek belav kir.

Ev jî têkista peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye:

Iro salvegera komkujiyeka din ya êzdiyan bi destê Rêkxistina terorîstiya DAIŞê ye. Komkujiya êzdiyan bi yek ji hoventirîn komkujiyên sedeya 21 kete nava dîroka Kurdistan û mirovahiyê.

Di êrişa bo ser devera Şengalê 1293 welatî şehîd bûn, 6417 kes jî hatine revandin ku piraniya wan zarokên keç û jin bûn. 2745 zarok jî bê bav û dayik man. Dehan perstgahên êzdiyan hatine wêran kirin û heya niha 69 gorên bi kom yên Êzidiyan hatine vedîtin.

Ev amar û belgehên din ji bo vê yekê bes in ku Parleman û Hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî komkujiya êzdiyan bi cînosayd bide naskirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe ji bo parastinaêzdiyan û alîkariya pitir ji bo koçberên devera Şengalê berdewam dibe.

Nivîsîngeha taybetî ya me ji bo rizgar kirina  hemû êzdiyên revandî li ser karê xwe berdewam dibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe ji bo baştir kirina jiyana koçberên devera Şengalê hewlê dide, ku çend sal e di rewşeka nexweşa koçberiyê de dijîn.

Em di vê roja xemgîn de bi pêwîst dazanin ku divê Hikûmeta Federala Îraqê rewşa devera Şengalê normal bike û erkê xwe ji bo avedan kirina deverê û dabîn kirina xizmetkariyan bi cih bîne ku koçberên vê deverê bikaribin bi awayekê normal bo ser cihê bav û kalên xwe vegerin.

Herwiha daxwaz ji dewletên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û civaka navdewletî bi giştî dikin, ku beşdar bin di avendkirina devera Şingalê û baştirkirina jiyana xelkê wê navçeyê, ku cenosîdkirin û encamên wê û xirabiya debarê, jiyana wan bi tevahî nexweş kiriye. Avedankirin û başkirina jiyana xlekê devera Şingalê erkekî hevbeş û pir alî ye.

Em di vê rojê de serê xwe bo qurbaniyan û canê paqijê wan pêşmergeyên qehreman ditevînin, ku di ber rizgarkirina Şingalê de şehîd bûn û têkşikandina DAIŞê li Kurdistan û Iraq û navçeyê ji Şingalê ve destpê kir.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê





109 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad