English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-08 [09:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di mijara dorpêçên ser Îranê de Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya siyaseta giştî ya Iraqê de reftar bike.

Nêçîrvan Barzanî, duh piştî civîna encumena wezîran civîneke rojnamevnaiyê li dar xist. Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan jî da.

Li ser pirsa, “Gelo dê sizayên Amerîkayê çi bandorê li peywendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel Îranê bike?” Nêçîrvan Barzanî wiha  got:

“Heta niha jî meseleya dorpêçên Amerîka bo ser Îranê li cem me ron nîne. Lê misoger e ku pêngavên me dê di çarçoveya Iraqê de bin. Li hember vê biryara dorpêçê pêngavên me dê li gorî yên Iraqê bin. Me him ji Amerîkayê û him jî ji Iraqê daxwaz kiriye, ku çarçoveya van sizayan ji me re zêdetir zelal bikin. Me xwest şandeke amerîkî were van tiştan ji me re zelal bike.”





325 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad