English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-09 [02:51 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Barzanî ji ber salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê peyamek ji Serokê wê partiye Mihemed Hacî Mehmûd û partiya wî re rêkir.

Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê roja 08.08.1976ê hate damezrandin.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

Birayê min ê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd

Birêzan polîtburoya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê

Ji ber 42.mîn salvegera damezrandin partiya we ya tekoşer, pîrozbahiyên herî germ û xweşik li we dikim. Herwaha bi rêya we birêzan ve silav û pîrozbahî li hemû endam û alîgirên wê partiya we ya tekoşer dikim.

Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ji roja hatiye damezrandin heta îro xwedî roleke giring û bi bandor bûye di xebata rizgarîxweziya gelê me de û beşek giring ê tevgera kurdî ye. Ji ber wê jî hejmareke mezin şehîd pêşkeşî ax û gelê Kurdistanê kiriye. Rola camêrî û zîrekî ya birêz sekreterê partiye û rêveber û Pêşmergeyên Sosyalîst di şerên têkbirina efsaneya DAIŞê de jî, wêneyeke ronî ya dilsozî û niştiman perweriya we ye û ti demekê jî nayê jibîr kirin.

Ji ber salvegera damezrandina partiya we ya tekoşer pîroz be û hêvîdarim karwanê xebata pêşeroja we, mil bi milê hemû hêzên rizgarîxwazên gelê Kurdistanê re berdewam be û serkeftî bin.

Li gel rêz

Mesûd Barzanî





472 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad