English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-07 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA)-


Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan ragihand ku hilbjartinên herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk in û got, “Em bang li herkesê alîgirê demokrasiyê dikin ku bên û em tifaqekê bo hilbijartinên herêmî pêk bînin.”

Perwîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê axivî. Buldan di derbarê hilbijartinên xwecihî ku tê çaverêkirin Adara 2019an pêk bên, got ku AKP - MHP amadekariyên cidî dikin ku şaredariyên bajarên Kurdan bidest bixînin û wiha pê de çû: “Ji Kurdan re dibêjin, ‘em îradeya we nas nakin û em parlamenter û şaredarê we hilbijartî davêjin zîndanê û qeyûman bo şaredariyan tayîn dikin’ lê divê vê yekê bizanin ku Kurd hene, mafên wan hene û Kurd dê her hebin.”

Perwîn Buldan di dewama axaftina xwe de got ku ew ê wan qeyûmên bo bajarên Kurdan hatine tayînkirin vegerînin qesrê û aşkera kir; “Ji îro û pê de divê bi şev û roj xebatek bo hilbijartinên herêmî bê birêvebirin û em aşkera dikin ku rê nadin ti aliyek dest deyne ser îradeya xelkê.Nekarîn me ji parlamentoyê derxînin û di rêveberiyên xwecihî de jî em ê bi awayekî bihêz hebin. Deyn e li ser stûyê me ku em xelkê me ji wan qeyûmên ku her roj êrişî nirxên gelê me dikin, rizgar bikin. Ew şaredarî dê bibin yên xelkê.”

Hevseroka HDPê diyar kir ku hilbijartinên herêmî xwedî girîngiyek stratejiyek în û got, “Rêveberiya qesrê hewl dide rêvebriya xwe ya tekparêz û zext û fişaran bi bidestxistina şaredariyan temam bike. Amadekariyên wan hemû jî bo vê yekê ne. Weke ku li parlamentoyê hejmara zêde ji dest dan, desthilatiya AKPê ya li ser şaredariyan jî dê bê jianvbirin. Ji bo vê jî em bang li herkesê ku li gel demokrasî, aşitî, azadiyê ye û mexdûrê vê rewşê ye bên em di hilbijartinên şaredariyan de hêza xwe bikin yek û tifaqekî pêk bînin. Ji ber ku li hember blokeke faşîst heye. Ji ber ço kesên alîgirên demokrasiyê ne neyên gel hev? Helbet astengiyek li pêşiya vê tifaqê nîn e. Em bang li herekî dikin bi vê hişmendiyê tevbigerin û bên em hilbjartinên 30ê Adara 2019an veguherînin hilbijartinên 7 û 24ê Hezîranê.”

Perwîn Buldan di derbarê hewldan û daxwaza partiya nijadperest a Tirkiyê MHPê yên ji bo derxsitina lêbirîneke giştî de wiha got, “Wateya vê lêborînê ew e ku çete dîsa bên berdan û li ser sûçên xwe berdewam bin, zextan li ser civakê pêk bînin û kûçe û kolan radestî van çeteyan bibin. Eger behsa lêbirîneke rasteqîn bê kirin divê axaftin li ser polîtîkaya ku niha bi hezaran kes ji ber fikr û ramanên xwe zindanî kirine bê kirin."





304 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad