English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-03 [01:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û daxuyanî waha ye:

Roja çarşemê 03.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Welks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ew serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê bi bandor bê li ser pêşxistina Herêma Kurdistanê û bihêztirbûna bingehên jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.

Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgo kirin û di derbarê rola aliyên Kurdistaniyan li proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan peywendiyan li warê aborî û kargêrî û rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê kir.





112 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad